New York-SANA
Wezîrê Derve yê Pakistanê, Muhemmed Ishaq Dar, di postekê de li ser platforma “X”ê got: ‘Ez di çarçoveya 80emîn civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, li New Yorkê bi Serokê Sûrîyeyê Ehmed El-Şara’ re civîyam. Ew yekem serokê Sûrîyeyê ye ku di nava şêst salên çûyî de beşdarî Komeleya Giştî dibe.”
Her weha me piştgirîya Pakistanê ji bo gelê Sûrîyeyê piştrast kir. Wekî din jî, biryarya me ew e ku em ê di rêya hevkarîya di warên cihêreng de -ku bazirganî û sermayeya mirovan û geşepêdanê li xwe digire- dostanîya dîrokî ya di navbera Sûrîye û Pakistanê de, xurt bikin.