London-SANA
Yaneya Çêlsî ya Îngilîzî bi awayekî fermî ragihand ku wê girêbesta lîstikvanê xwe Cole Palmer heta sala 2034 an dirêj kiriye, di gavekê de ku armanca wê parastina yek ji stûnên herî berbiçav ên tîmê ye.
Palmer bi Çêlsîyê re 91 gol di 138 lîstikan de tomar kirin; her wiha ligel tîmê bi Kûpa Cîhanê ya Yaneyan û Lîga Konferansa Ewropayê hat xelatkirin, ligel bidestxistina hejmarek xelatên takekesî.
Li gorî ajansa Reutersê, Palmer kêfxweşîya xwe ya ji dirêjkirina girêbesta xwe re eşkere kir, û tekez kir ku Çêlsîyê ji bo wî gelekî binirx e, û ew dibîne ku yane li ser rêya rast dimeșe.
Her wiha Palmer destnîşan kir ku gotûbêja wî bi xwedîyên yane, rêvebirên werzişê û rahêner re bawerîyeke mezin da wî, û li ser daxwaza xwe ya bidestxistina sernavên mezintir tekez kir.