Îdlib-SANA
Tîma El-Kerame bi sê golan bê bersiv li ser Umeye bi ser ket, di wê yarîya ku îro Yekşemê li yarîgeha Îdlibê ya şaredarîyê ew li hev civandin, di çarçoveya gera 15an a Xula Taybet a Futbolê de.
Golên El-Kerame ji alîyê Junior Ajayi ve (du gol) û Mehmûd El-Nayif ve (golek) hatin tomarkirin.
Ev ger dê hevrikîyên xwe sibe Duşemê bi lidarxistina pênc yarîyan berdewam bike, ku El-Hurîye û El-Şurta li yarîgeha Helebê ya şaredarîyê, Ceble û Tişrîn li yarîgeha Ceble ya şaredarîyê, Hitîn û El-Telî’e li yarîgeha Laziqîyê ya şaredarîyê, Hims El-Fida’ û Xan Şêxûn li yarîgeha El-Feyha’ li Şamê, û El-Fitûwe û Dîmeşq El-Ehlî li yarîgeha Dêrazorê ya şaredarîyê li hev dicivin, û roja Sêşema bê bi hevdîtina El-Wehde û El-Şu’le li yarîgeha El-Feyha’ li Şamê bi dawî dibe.