Waşington-SANA
Tîma Arjantînê bi encama sê golan bê bersiv, serkeftineke mezin li hemberî Cezayirê, di yarîya ku îro Çarşemê li yarîgeha “Arrowhead”ê (Kansas City) di nav gera yekem a koma dehem di Kûpa Cîhanê ya 2026an de hat lidarxistin, bi dest xist.
Stêrkê navdar Lionel Messi her sê golên Arjantînê di xuleka 17an û 60î û 76an de tomar kirin, her weha Arjantîn di koma dehem de ligel Cezayir, Urdin û Nemsayê dilîze.