Gundewarê Şamê-SANA
Piştî hevrikîyên xurt ku du rojan berdewam kirin, gera duyemîn a qehremanîya Şamê ya navdewletî ya hespsiwarîya di ser bendan re, ya amadekar e ji bo qehremanîya Qeterê ya navdewletî, bi serketina hespsiwar Zeyd Ekrîm bi pileya yekem ji bo kategorîya zarokan, a ku hevrikîyên wê ji bo bilindahîya 115sm hatin lidarxistin, bi dawî bû.
Her weha hespsiwar Haşim El-Eqad di pileya yekem de ji bo kategorîya “Junior” cih girt a ku bilindahîya bendên wê gihîşt 125sm, lê kategorîya “Young” a ku hevrikîyên wê ji bo bilindahîya 135sm hatin lidarxistin, hespsiwar Mihemed Ebû Zeyd di serê wê de, bi ser ket.
Hêjayî gotinê ye ku hevrikîyên kategorîyên navborî her yek ji wan cuda hatin lidarxistin.








