Monterrey-SANA
Tîma Iraqê derbasî fînalên Kûpa Cîhanê ya 2026an bû, piştî ku bi encama 2-1 li ser tîma Boliviayê bi ser ket di rûbirûbûna fînala pêveka cîhanî ya gihîştina Mondîyalê de, ya ku îro li yarîgeha Monterrey hat lidarxistin.
Her du golên tîma Iraqê Elî El-Hemadî di xuleka dehan de, û Eymen El-Husên di xuleka 53an de tomar kirin, her weha gola Boliviayê di xuleka 38an de hat.
Bi vê derbasbûnê, tîma Iraqê vegerîya da ku dîsa beşdarî fînalên Kûpa Cîhanê bibe piştî beşdarîya wê ya di sala 1986an de li Mexicoyê.