Laziqîye-SANA
Tîma Hitîn û Fitûwê bi golekê ji bo her yekê di dawîya gera nehemîn a lîga jêhatî ya futbolê de wekhev man, di wê yarîya ku ew li yarîgeha Laziqîyê ya şaredarîyê gihandin hev.
Ji bo Hitînê Eymen Ekîl bi lêdana cezayê golek tomar kir, lê ji bo Fitûwê Ebdulrehman El-Huseyn tomar kir.
Gera nehemîn pêr bi hevdîtina Tişrîn û El-Şurtayê dest pê kiribû û bi serketina Tişrînê bi dawî bû, lê yarîyên duh serketina Ehlî Heleb li ser Umeyê, Dîmeşq El-Ehlî li ser El-Wehdê, Hims El-Fîda li ser El-Hurîyê, Telî’a li ser El-Şu’lê, Xan Şêxûn li ser Ceblê û wekhevbûna El-Keramê û El-Ceyş dîtin.