Şam-SANA
Tîma karateyê ya yaneya El-Nîdal 10 xelat (6 zêr, yek zîv, û 3 bronz) di Qehremanîya Efsaneyên Navdewletî ya vekirî ya heftemîn de bi dest xistin, ya ku li Urdinê bi beşdarîya 6 dewletan hat lidarxistin.
Xelatên zêr li ser lîstikvanan hatin dabeşkirin: Hemze Axce, Lîn Selman, Meyar Berxût, Şam El-Mustefa, Hatim Ebû Helqe, Mihemed Xelîl, û Îsam El-Hecî.
Di heman demê de Mihemed Nûr El-Rehmûn xelata zîv bi dest xist, û xelatên bronz bi rêya Lîn Selman, Mihemed Nûr El-Rehmûn, û Mihemed Xelîl di ast û giranîyên cihêreng de hatin bidestxistin.