Şam-SANA
Desteya bilind a werzîşên elektronîk derxistina rojnameya xula sala 2026an ragihand, di dema kongreyeke rojnamevanî de li Şamê, û biryar e ku xul di nav du werzan de dest pê bike, ya yekem di Sibatê de dest pê dike û di Nîsanê de bi dawî dibe, bi xelatên ku digihîjin 100 mîlyon lîreyên Sûrîyê.
Cîgirê Wezîrê Werzîşê Cemal El-Şerîf girîngîya şopandina pêşketina elektronîk tekez kir ji bo misogerkirina amadebûna ciwanên Sûrî di vî warî de, di heman demê de Seroka Yekîtîya Werzîşê Sena’ Mihemed amaje bi planekê kir ji bo vekirina holên taybet ji bo vê werzîşê.
Ji alîyê xwe ve, serokê desteyê Se’îd Şeref zelal kir ku rojname kargehên kar û çalakîyên perwerdehîyê li xwe digire, tevî xuleke taybet ji bo jinan, û dîyar kir ku pêşbirk 9 lîstikan ji bo mêran û 3 ji bo jinan li xwe digire, di heman demê de ahenga dawîyê di 26ê Adarê de li Şamê tê lidarxistin, her weha Rêveberê Werzîşên Elektronîk Ehmed Herfûş dît ku ev ragihandin nexşerêyekê nîşan dide ji bo ku Sûrîyê bibe welatekî pêşeng di vî warî de.


