SANA–Rîyad
Tîma Sûrîyê bi hevtayê xwe yê Îmaratî re bi golekê ji bo her du alîyan wekhev ma, di lîstika ku di navbera wan de hat lîstin, di gera sêyemîn û dawî ya qonaxa yekem a pêşbazîyên Kûpa Asyayê ya Futbolê ya di bin 23 salî de, ya ku li Siûdîyê tê lidarxistin.
Tîma Îmaratê di serî de bi gola lîstikvan Elî Mîmarî di xuleka 23yan de ji nîveka yekem pêş ket, ku ev nîvek bi vê encamê bi dawî bû tevî başîya tîma me û metirsîya wê li ser Îmaratê.
Di nîveka duyem de lîstikvanên tîma me karîbûn wekhevîyê bi dest bixin bi rêya Mehmûd El-Omer di xuleka 55an de, piştre hewl dan gola serkeftinê bavêjin da ku cihê xwe di qonaxa duyem de misoger bikin, lê belê hevdîtin bi wekhevîyeke erênî bi dawî bû.
Bi vê encamê tîma me xatir ji pêşbazîyên qehremanîyê xwest piştî ku di koma duyem de bi çar xalan bû sêyem.