Cidde-SANA
Tîma Sûrîyê ya Olompî ya futbolê sibê saet heft û nîvê êvarê li Yarîgeha Mîr Ebdullah El-Feysel li bajarê Cidde yê Siûdîyê, di gera duyemîn a Kûpa Asyayê ya tîmên bin 23 salî de, bi hevrika xwe ya Qeterî re dilîze.
Tîma me di çarçoveya amadekarîyên xwe yên ji bo maçê de, duh li navenda perwerdeyê ya li Ciddeyê rahênaneke bêhndanê (istîşfa) pêk anî, û di rahênanê de lîstikvan Mehmûd El-Eswed yê ji lîga Kuweytê hatibû beşdar bû, û êrîşber Mihemed El-Mustefa piştî qedandina qonaxa başbûnê vegerîya rahênanên komî.
Her weha tîma me di gera sêyemîn a qehremanîyê de di sêzdehê vê mehê de bi tîma Îmaratê re dileyîze.