Rîyad-SANA
Tîma Sûrîyê ya olompî rêwîtîya xwe sibê roja Çarşemê di fînalên Kûpa Asyayê (bin 23 salî) de, bi hevdîtina hevrika xwe ya Japonî li Yarîgeha “El-Înma” li bajarê Cideyê di saet 2:30ê nîvro de vedike.
Rêveberê teknîkî Cîhad El-Husên di konferansa rojnamevanî de amadekarîya tîmê û xwendina wan ji bo Japonyayê piştrast kir, û tekezî li ser girîngîya destpêkeke bihêz kir tevî nebûna hin lîstikvanan ji ber birîndarbûnê û demên “FIFA”yê.
Ji alîyê xwe ve, lîstikvan Ehmed Feqe amaje bi hêza tîma Japonî (hilgira nasnavê) kir, û tekez kir ku lîstikvan bi biryar in ku tevgereke li gorî goga Sûrîyê nîşan bidin û encameke erênî bi dest bixin.