Tertûs-SANA
Yaneya Teldireyê bû şampîyona Lîga Giştî ya Voleybolê ya Jinan, piştî ku di lîstika dawî de li hember tîma jinan a Selemîyê bi ser ket. Ev yarî li hola El-Sewda li Tertûsê hat lidarxistin.
Tîma jinan a Teldireyê karî bi encama 3 setan li hember setekê (3-1) serkeftinê bi dest xwe ve bîne.
Gihîştina Teldireyê ji bo qonaxa fînalê piştî serkeftina wê li ser tîma El-Sewda (3-1) pêk hat, di heman demê de tîma Selemîyê jî bi serkeftina li ser tîma Şurteyê bi heman encamê gihîşt fînalê.
Teldire di qonaxa pêşî ya lîgê de di koma yekem de di rêza yekem de cih girtibû, Selemîye jî di heman komê de bûbû duyem.