Enqere – SANA
Tîma Sûrîyê ya Hêza Bedenê, 8 medalyayên curbicur ku 4 zêrîn in, yek zîvîn e û 3 bronz in, di pêşbirkên roja yekem a Şampyonîya Asyayê ya Hêza Bedenê ya mêr û jinan de, ku pêşbirkên wê li Tirkîyê têne lidarxistin, bi dest xistin.
Lîstikvan Amir Xurşîd ev medalya bi navê Sûrîyê bi dest xistin, medalyaya zêrîn di beşê Klasîk Master yê giranîya 120 kg bi rakirina ber sîngê, medalyaya bronz bi rakirina ʺSquatʺ, medalyaya bronz bi rakirina ʺDeadliftʺ, û medalyaya zîvîn di koma giştî de qezenc kirin.
Lîstikvan Ebdulwehab Hemamî medalyaya zêrîn di beşê Klasîk Master 1 de bi rakirina ber sîngê, medalyaya zêrîn bi rakirina ʺDeadliftʺ, medalyaya bronz bi rakirina ʺSquatʺ, û medalyaya zêrîn di koma giştî de bi dest xistin.
Hêjayî gotinê ye ku tîmê ji nîvê meha borî ve, bi rêya kampeke perwerdeyê ya vekirî, xwe ji bo şampyonîyê amade dikir.