Waşîngton – SANA
Duh li Navenda Kongreyan a Kennedy li Waşîngtona paytexta Amerîkayê, tîrûpişka Kûpaya Cîhanê ya 2026an hat kişandin. Ev tîrûpişk wekî tîrûpişka herî mezin di dîroka Mondyalê de tê hesibandin, ku dê ji destpêka qehremanîyê ya sala 1930an ve cara yekemîn bi beşdarîya 48 tîman were kirin.
Koma yekem tîmên Meksîk, Afrîkaya Başûr, Koreya Başûr û rêça çaremîn a pêveka Ewropayê li xwe girtin. Di koma duyem de Kanada, rêça yekem a pêveka Ewropayê, Qeter û Swîsre cih girtin. Di koma sêyem de Brezîlya, Fas (Mexrib), Haîtî û Skotland; di koma çarem de Amerîka, Paraguay, Awistralya û rêça sêyem a pêveka Ewropayê cih girtin.
Di koma pêncem de tîmên Almanya, Kûrasao, Perava Diranfîl (Côte d’Ivoire) û Ekwador hatin. Di koma şeşem de Holenda, Japonya, rêça duyem a pêveka Ewropayê û Tûnis; di koma heftem de: Belçîka, Misir, Îran û Zelanda Nû; di koma heştem de Spanya, Cape Verde, Erebistana Siûdî û Ûrûguay; û di koma nehem de Fransa, Senegal, rêça duyem a pêveka cîhanî û Norwêc cih girtin.
Koma dehem Arjantîn, Cezayîr, Awisturya û Urdun li xwe girtin. Koma yazdehem Portekîz, rêça yekem a pêveka cîhanî, Ozbekistan û Kolombya; û ya donzdehem Îngiltere, Xirvatistan, Gana û Panama li xwe girtin.
Lîstika yekem a Kûpaya Cîhanê dê roja Pêncşemê 11ê Hezîrana bê di navbera Meksîk û Afrîkaya Başûr de be.