Enqere-SANA
Tîma Sûrîyê ya hêza fîzîkî beşdarî qehremanîya Asyayê ya hêza fîzîkî ya mêr û jinan ku niha li Tirkîyê tê lidarxistin, dibe.
Şanda tîma me ya beşdarî qehremanîyê dibe ji Bîlal Behsas wekî serokê şandeyê û hekem, Omer El-Misrî wekî rêveber û rahêner, û lîstîkvanên mêr Umeyr Bekûr û Eyhem Berxût, û lîstîkvanên jin Texrîd Ebû El-Rîş, Îsra’ El-Misrî û Mîryam Henûn, pêk tê.
Tê zanîn ku tîm ji nîvê meha borî ve bi rêya kampa perwerdeyê ya vekirî ji bo qehremanîyê amade bûye.