Qahîre-SANA
Tîma Pîramîdzê ya Misrê, piştî ku li Qahîreyê tîma Burkan El-Mexribî bi 1-0 têk bir, Kûpaya Super a Efrîqayê ya Futbolê bi dest xist.
Fiston Mayele yê Kongoyî, di xuleka 75an de gola serkeftinê tomar kir.
Ev yekem serkeftina Pîramîdzê ye di Kûpaya Super a Efrîqayê de, û ew dibe sêyemîn yaneya Misrî ku piştî El-Ehlî û Zemalik, Qehremanîyê bi dest dixe.