Enqere-SANA
Hat ragihandin Tîma Futbolê Galatasaray û Îlkay Gundoganê ku welatîyê Alman e di warê transferê de li hev kirin.
Li gorî agahîyên ku li ser medyayê hatine belavkirin Îlkay Gundogan bi Galatasaray re li hev kir û transfera wî ya ji Manchester City bo Galatasaray temam bûye. Hat hînbûn muqabeleya ku di navbera terefan de hatiye kirin ew ê heta havîna 2027an derbasdar be.
Gundoganê 34 salî, berî ku di sala 2016an de tevlî Manchester City bibe, li Almanya ji bo Bochum, Nuremberg û Borussia Dortmund lîstiye. Pişt re di sala 2023yan de ew çû Barcelonayê û di Tebaxa 2024an de vegeriya Manchester City.
Kaptanê berê yê tîma neteweyî ya Almanya 358 caran ji bo Manchester City maç lîst. Wî di lîstikan de 65 gol avêt û 47 asîstan kir.