Doha-SANA
Tîma gokê ya Olîmpyadê ya Sûrîyeyê di maçeke dostane de ku li Dohayê hat lidarxistin, zora tîma Srî Lankayê bi 3-0 bir. Xalid El-Hece di nîva yekem de golek anî û Mihemed El-Esed jî di nîva duyem de du gol lê zêde kirin.

Tîm li Qeterê ji bo amadekarîyên pêşbirkên Kûpaya Asyayê -ku dê ji 1ê heta 9ê Îlonê bên lidarxistin û 44 tîm beşdarî wê dibin- kampeke rahênanê li dar xistiye.
Tîma Sûrîyeyê di koma 11an de ligel Tacîkistan, Fîlîpîn û Nepalê hat hilbijartin.


