SANA – TAYBET
Rojnamevanê navdar, Hîwa Cemal, ku yek ji karmendên kenala Rûdawê ya Kurdî ye ya ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ya Iraqê weşanê dike, li ser rûpela xwe ya Facebookê pesnê destpêkirina Weşana Kurdî ya Ajansa Nûçeyan a Sûrîyê (SANA)yê da, û got: “Dewleteke ku nasname nedida Kurdan û li hebûna wan mikur nedihat, niha di ajansa xwe ya fermî de beşekî zimanê Kurdî vekiririye. Ev guhertineke berbiçav û dîrokî ye.”