Hevdem ligel pîrozbahîyên Cejna Serkeftinê û salvegera yekemîn a Rizgarîyê, û di çarçoveya berfirehkirina gihîştina bi cemawer re li ser platformên medyaya civakî, Weşana Kurdî ya Ajansa Nûçeyan a SANAyê rûpela xwe ya fermî li ser malpera “Facebook“ê, bi her du alfabeyan; Latînî û Erebî, vekir.
Ev gav bi armanca bihêzkirina amadebûna medyayî û tekezkirina li ser pabendbûna ajansê bi pêşkêşkirina naverokeke nûçeyî ya giştgir ku ji pêdivîyên beşên cuda yên şopîneran re bibe bersiv, tê avêtin.