Şarîqa – SANA
Desteya Jîngeh û Stargehên Xwezayî li Mîrnişîna Şarîqayê ragihand ku cureyekî nû û kêmpeyda yê mûrîyan li Wadî Şîs, ku dikeve nêzîkî peravên rojhilat ên Îmaratê, hatiye dîtin. Navê “Mûrîya Şarîqayê” (Carebara Sharjahensis) lê hatiye kirin, ku ev yek destkefteke zanistî ye û dewlemendîya cihêrengîya jîngehî ya herêmê nîşan dide.
Ajansa Nûçeyan a Îmaratê “WAM”ê dîyar kir ku ev vedîtin yekemîn e ji vî rengî ji bo cinsê “Carebara” li Îmaratê, û ya sêyemîn e li ser asta Nîvgirava Erebî. Ev yek girîngîya jîngeha Çîyayên Hecerê wekî penagehekê ji bo cureyên kêmpeyda derpêş dike.
Ev vedîtin ji alîyê Dr. Mistefa Şeref ji Navenda Jîyana Kovî ya El-Zeyd ve, piştî lêkolînên meydanî yên hûr hat kirin. Tenê mînakek ji tumxê “Leşker” hat dîtin ku di jîngeheke binerdî (di bin axê) de dijî û dîtina wê zehmet e, tiştê ku taybetmendîya jîngehên wê raber dike.
“Mûrîya Şarîqayê” bi taybetmendîyên xwe yên laşî yên bêhempa tê naskirin, wekî hebûna qiloçên kêlekê yên pêşketî li her du alîyên serî ku mûyên hûrik di nav de ne, û rengekî zer ê yekpare. Ev yek wê dike zêdehîyeke girîng ji bo stoka bîyolojîk li herêmê, û hewldanên Şarîqayê di parastina cihêrengîya jîngehî de xurt dike.