Şam-SANA
Sepanên Medyaya Civakî, an jî wek ku bi “Social Media” tê zanîn, di salên dawî de bûne yek ji têgihên herî binakok, nemaze ku tevaya nifşê di salên navbera 2010 û 2020an de ji dayik bûye, bi navê Nifşê Alfa tê naskirin, ku ne tenê serî li sepanên înternetê dide, lê bi xurtî bi wan ve hatiye girêdan.
Bi zêdebûna metirsîyên ku zîyanê dighînin psîkolojî û laşên kesên di temenekî biçûk de înternetê bi kar tînin, hin welatan tedbîrên xurt bi cî anîne, bi taybetî Awusturalya, ku vê dawîyê qanûnek derxist tê de bikaranîna platformên medyaya civakî bo kesên di bin 16 salî de qedexe kir.
Snapchat berî tevahîya palatforman pabendîya xwe ragihand, û bi erênî bersiva qanûna Awusturalyayê da û got ku ew ê ji bikarhêneran bixwaze ku temenê xwe bi rêyên cûrbecûr ên wekî belgeyên bankê, nasnameyên kesane, an jî wêneyên kesane yên ku dê ji hêla pisporan ve werin nirxandin, piştrast bikin.
Destpêşxerîya Avusturalyayê bandora xwe li dewletin din jî kir, Malezya jî yasayek bi heman şêwazê derxist û dê ji destpêka sala bê de were bikaranîn, her weha hin parlemanterên Ewropayê jî daxwaza destnîşankirina temenê 16 salî bo kesên ku karin medya civakî bi kar bînin kirin.
Hin raportên medyaya Erebî û navdewletî bal kişandin ser bandora civakî û tenduristî ya van qanûnan. Pispor dibînin ku qedexekirin zarokan ji keysbazîyên darayî û cinsî diparêze, nahêle kes sivkatîya elektronîk bi wan bike, derûna wan baş dike, xew, baldarî û têkilîyên wan ên civakî çêtir dike, her weha têkilîyên malbatê bi hev re xurt dike û metirsîyên girêdana zêde bi amûrên dijîtal ve kêm dike.
Ji bilî Awusturalya û Malezyayê, welatên wekî Fransa, Spanya, Îtalya, Yewnanistan û Endonezya heman nimûneyan diceribînin.