Kanberra-SANA
Kompanîya Meta dest bi agahdarkirina ciwanên li Awistralyayê yên temenên wan di navbera 13 û 15 san de, yên Facebook, Instagram û Threadsê Bi kar tînin, kiriye, ku hesabên wan dê werin rawestandin, wek amadkarîyekê ji bo bicîhanîna qanûnên nû yên hikûmetê yên ku medyaya civakî ji bo kesên temenê wan di bin 16 salî re qedexe dikin.
Li gorî Sky News, pêvajoya rawestandina hesaban dê di 4ê Kanûna Pêşîn de dest pê bike û di 10ê wê de were temamkirin.
Meta piştrast kir ku ciwanên ku hesabên wan hatine girtin dê namayên agahdarkirinê wergirin, da karibin piştî temenê 16 salî hesabên xwe ji nû ve çalak bikin.
Ev tedbîr beşek ji qanûneke nû ye ku bi rêya wê hikûmeta Awistralyayê hewl dide nûciwanan ji metirsîyên dîjîtalê biparze.