Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: ​Bloomberg: Sûrîye Vediguhere Navendeke Herêmî ji bo Hinardekirina Zeyta Sotemeniyê ya Iraqî
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Rojnamewanî > ​Bloomberg: Sûrîye Vediguhere Navendeke Herêmî ji bo Hinardekirina Zeyta Sotemeniyê ya Iraqî

​Bloomberg: Sûrîye Vediguhere Navendeke Herêmî ji bo Hinardekirina Zeyta Sotemeniyê ya Iraqî

Hat weşandin: 2026/07/20 1:12 AM
Hat nûkirin: 2026/07/20 1:12 AM
​Tankêrên sotemenîyê yên Iraqî ber bi Bendera Banyasê ve diçin

Waşington-SANA

​Erdnîgarîya Sûrîyê êdî ne tenê qadeke derbasbûnê ya di navbera Rojhilat û Rojava de ye, belkû dest bi vegerandina roleke dîrokî di tevgera enerjîya herêmî de kiriye, digel veguherîna benderên Sûrîyê -nexasim Bendera Banyasê- bo xaleke serekî ji bo wergirtin û jinûvehinardekirina zeyta sotemenîyê ya Iraqî ber bi bazarên cîhanî ve.

​Di nava çend mehekê de, li gorî raporeke ajansa “Bloomberg”ê, Sûrîyê ji qonaxa hinardenekirina tu tibabên zeyta sotemenîyê, derbasî qonaxa bidestxistina zêdetirî çarêka hinardeya vê madeyê li herêma Rojhilata Navîn bûye, di veguherînekê de ku jinûvexêzkirina rêyên bazirganîya enerjîyê nîşan dide, wekî encama gorankarîyên ewlehî û sîyasî yên ku herêmê dîtine.

​Bloomberg ajanseke nûçeyan a Amerîkî ya cîhanî ye ku di warên aborî, darayî û bazarên enerjîyê de pispor e, û wekî yek ji çavkanîyên berbiçav di şopandina tevgera bazaran û bazirganîya navdewletî de tê hesibandin.

​Sûrîye Vediguhere Navendekê ji bo Hinardekirina Zeyta Sotemenîyê ya Iraqî

​Ajansa “Bloomberg”ê dîyar kir ku Iraqê dest bi bikaranîna axa Sûrîyê wekî rêyeke alternatîf ji bo veguhastina zeyta sotemenîyê kiriye, bi rêya bi hezaran barhilgiran ku kelûpelên dabînkirinê di nava nêzîkî çar rojan de ji axa Iraqê vediguhêzin Perava Sûrîyê, berî ku bi rêya benderên Deryaya Spî re ji nû ve werin barkirin.

​Li gorî daneyên şirketa analîzan “Vortexa”yê, dabînkirina Iraqî alîkarî da Sûrîyê ku di meha Hezîrana borî de nêzîkî 720 hezar ton zeyta sotemenîyê hinarde bike, di demekê de ku bazirganên bazarê, li gorî “Bloomberg”ê, texmîn kirin ku ew herikîna ku di meha dawî de derbasî Sûrîyê bûye ji 600 hezar tonî derbas bûye.

​Korîdoreke Bejayî ku Zextên Deryavanîyê Derbas Dike

​Ev veguherîn bi wan guhertinan ve girêdayî ye ku di tevgera enerjîyê de li herêmê rû dane, ji ber ku metirsîyên li ser rêyên deryavanîyê li Kendavê bûn sedem ku li rêyên alternatîf û ewletir ji bo veguhastina kelûpelan bigerin.

​”Bloomberg”ê destnîşan kir ku Iraqê giranî daye cihêrengkirina rêyên hinardekirina zeyta sotemenîyê, û da zanîn ku korîdora Sûrîyê wekî alternatîfeke stratejîk ji bo Tengava Hurmuzê ye, bi rêya veguhastina baran bi bejayî bo Bendera Banyasê û piştre jinûvehinardekirina wan bi rêya deryayî.

​Barhilgirên ku ji Iraqê tên nêzîkî 20 ton zeyta sotemenîyê hildigirin, û çûna ber bi Perava Sûrîyê ve hewceyî çend rojan e, berî ku bigihîje navendên depokirin û birêvebirinê.

​Waşington li Rêyên Alternatîf ji bo Korîdorên Enerjîyê

​Veguherîna di rêyên enerjîyê de ne tenê bi destpêşxerîyên bazirganî ve sînordar e, belkû di çarçoveya meylên berfirehtir de ji bo jinûve birêxistinkirina rêyên dabînkirinê li herêmê tê, hevdem ligel zêdebûna girîngîdana navdewletî bi kêmkirina piştgirêdana bi korîdorên deryayî yên girîng.

​Di vî warî de, Nûnerê Taybet ê Serokatîya Amerîkayê ji bo Sûrîye û Iraqê Thomas Barrack, duh Şemîyê ragihand ku Dewletên Yekbûyî bi hevahengîya ligel pênc welatên herêmê, ku Sûrîye jî di nav wan de ye, li ser bernameyekê ji bo derbasbûna ber bi rêyên alternatîf ji bo Tengava Hurmuzê kar dike, ew jî bi rêya pêşxistina torên veguhastin û dabînkirinê yên ku xwe dispêrin rêyên bejayî û deryayî yên piralî.

​Banyas Vedigere Pêşenga Enerjîya Herêmî

​Ev veguherîn ne tenê bi tevgera barhilgiran a niha ve sînordar e, belkî hevdem e ligel pêngavên ji nû ve zindîkirina rola binesazîya neftê ya Sûrîyê, ku di serî de xeta dîrokî ya Kerkûk-Banyasê tê.

​Nûjenkirina vê xetê ne tenê xwedî rehendeke aborî ye, belkî dikare rola Sûrîyê wekî korîdoreke herêmî ya enerjîyê bi rêya xizmetguzarîyên derbasbûn, depokirin, veguhastin û benderan xurt bike.

​Girîngîdana Navdewletî bi Cihê Stratejîk ê Enerjîya Sûrîyê

​Geşedanên dawîyê zêdebûna girîngîdana navdewletî bi jinûve tevlîkirina Sûrîyê di projeyên enerjîyê yên herêmî de nîşan didin, wekî ku “Bloomberg”ê dîyar kiriye ku sivikkirina hin astengîyên aborî fersend da gotûbêjkirina rola Sûrîyê wekî rêyekê ji bo veguhastina enerjîya Iraqî ber bi Deryaya Spî ve.

​Her wiha ajansê bal kişand ser wê yekê ku şirketên cîhanî yên enerjîyê dest bi nêrîna li ser hîmê cihê cografî yê Sûrîyê kirine wekî parçeyekî ji rêyên paşerojê yên enerjîyê li herêmê.

​Di demekê de ku projeyên veguhastin û enerjîyê li herêmê ber bi jinûve xêzkirina rêyên xwe ve diçin, Sûrîye li pêşberî ezmûna veguherandina cihê xwe yê cografî bo roleke aborî ya domdar xuya dike, bi vî awayî ku ne tenê wekî korîdoreke demkî ji bo kelûpelan bimîne, belkî veguhere xelekeke bingehîn di tora enerjiya herêmî ya girêdayî Deryaya Spî de.

Êrîşeke Sîberî Hindek Balafirgehên Brîtanî û Belçîkî Rawestandin û Bû Sedema Sekinandina bi Sedan Geştên Hewayî
Tevgera Balafiran Piştî Sekinîna bi Hezaran Balafirên “Airbus”ê Rawestîya
SANA bi Kurdî Diaxive
Dahênaneke Japonî Karbonê Vediguherîne Dike Elmas
Awistralya Meha Bê Qedexeya Medyaya Civakî bo Ciwanên Kêmî 16 Salî Pêk Tîne
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Banyas​Bazar û Bazirganîya NavdewletîEnerjîya HerêmîErdnîgarîya SûrîyêSotemenîya IraqîZeyta Sotemeniyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tirkîye Sersaxîyê ji bo Malbatên Qurbanîyên Bûyera Trafîkê ya li ser Rêya Dêrezor û Şamê Dixwaze 

July 26, 2026

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?