Pekîn-SANA
Kompanîya Çînî ya nû di warê jîrîya destkird de, DeepSeek, ragihand ku modela xwe ya nû ya pir-modal DeepSeek-OCR daye destpêkirin, ku dikare belgeyên mezin û aloz bi rêya bikaranîna hejmareke pir kêmtir a nîşanên nivîskî bi rê ve bibe.
Kompanîyê di daxuyanîyekê de li ser bloga xwe eşkere kir ku model girêdayî têgihiştina dîtbar wekî mekanîzmayeke dewisandina agahîyan e, û du pêkhateyên sereke li xwe digire: DeepEncoder û DeepSeek3B-MoE-A570M, û tevlihevîya pisporan (MoE).
DeepSeekê destnîşan kir ku model ne tenê bi hilberandina nivîsê sînordar e, lê di heman demê de xwedan şîyana ravekirina naveroka dîtbar a pir-bingehî wekî xişte, teşeyên matematîkî û diagramên endezyarîyê ye.
Ev bingeh dihêle ku tekstên resen bi kalîteyeke bilind vegerin, heta piştî ku bi giranî bên dewisandin jî.