Kalîfornîya-SANA
Perestarê Amerîkî yê bi navê Rod Salaisay yê yekîneya baldarîyê li Nexweşxaneya Zanîngeha Kalîfornîyayê ya li San Diegoyê, şêwazekî mirovahî yê ku dermankirina pizîşkî têkilî muzîkê dike ji bo sivikkirina êş û azarên nexweşan û lezkirina saxlemîya wan, bi kar tîne.
Associated Press ragihand ku Salaisay di odeyên nexweşan de li amûra gîtarê an jî yuklîlîyê dide û bi wê yekê rewşa derûnî ya wan nexweşan baş dibe. Li gorî ku hatiye dîtin, lêdana dil û tansyona xwînê kêm dibin.
Salaisay got jî:
“Muzîk dihêle ku zincîra kul û êşa nexweşan were şikandin û atmosfêreke rehetîyê peyda dike.”