New York -SANA
Serok Ehmed El-Şeriʼbi beşdarîya Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, li kêleka karên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, civîneke maseya gilover ligel hejmarek endamên Odeya Bazirganîyê ya Amerîkayê û hejmarek nûnerên şirketên mezin yên Amerîkî li dar xist.
Di civînê de derfetên veberhênanê li Sûrîyê û berfirehkirina hevkarî û hevbeşîyan di sektorên aborî û geşepêdanê de, bi taybetî warê enerjî, teknolojî, guhdana tenduristî û xizmetguzarîyên bankî hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku têkevin xizmeta piştgirîya jinûveavakirin û vejîna aborî.
Hêjayî gotinê ye ku Şamê di 14ê vê mehê de mêvandarîya şandeyeke aborî ya Odeya Bazirganîyê ya Amerîkayê kiribû; șande ji nûnerên 50 şirketî û zêdetirî 80 şanderî pêk dihat. Şandeyê ji bo gotûbêjkirina derfetên veberhênanê û xurtkirina peymanên aborî yên di navbera her du alîyan de, civîn ligel berpirsên Sûrî li dar xistin.








