Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ li Koşka Gel a Şamê, pêşwazî li şandeyeke Lîbî bi serokatîya Serokê Yekîtîya Giştî ya Odeyên Bazirganîyê yên Lîbyayê Mihemed Ebdilkerîm El-Re’îd kir. Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şe’ar û hejmarek berpirsên peywendîdar di civînê de amade bûn.
Di hevdîtinê de rêyên xurtkirina hevkarîya dualî di warên aborî, bazirganî û veberhênanê de hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku asoyên berfirehtir ji bo hevkarîyê veke û xizmeta berjewendîyên her du alîyan bike.
