Şam – SANA
Wezîrê Derve yê Sûrîyê Es′ed Hesen El-Şeybanî ligel hevpîşeyê xwe yê Misrî Bedir Ebdul-Atî geşedanên dawî yên rewşa herêmî û asoyên têkilîyên dualî gotûbêj kirin. Her du alîyan tekezî li ser girîngîya hevkarîya Erebî kirin ji bo kêmkirina rageşîyê û çespandina ewlehî û aramîya herêmê.
Wezîrê Derve û Koçberan duh jî peywendîyên telefonî ligel hevpîşeyên xwe; yê Tirk Hakan Fîdan, yê Siûdî Feysel bin Ferhan Al Siûd, û yê Urdunî Eymen El-Sefedî encam dabûn. Di wan peywendîyan de geşedanên dawî yên herêmê hatin nîqaşkirin û tekezî li ser girîngîya hevkarîyê hat kirin, da ku aramîya herêmê pêk were.