Şam-SANA
Îro Sêşemê, civîna maseya dorhêl di navbera alîyên Sûrî û Fransî de li Koşka Gel li Şamê hat sazkirin. Di civînê de, bi amadebûna Serok Ehmed El-Şeri` û hevtayê wî yê Fransî Emmanuel Macron, komîteyên aborî yên hevbeş hatin destpêkirin û memorandumên hevtêgihiştinê û peymanên veberhênanê di gelek warên girîng de hatin îmzekirin.
Serok El-Şeri` di destpêka civînê de got: “Hûn bi xêr hatin Sûrîya nû. Îro di vê holê de elîtek ji pêşengên pîşesazî û aborîyê, û yên ku fîloyên barkêşîyê li cîhanê birêve dibin, balafiran çêdikin, firokexaneyan didin xebitandin û torên enerjî û avê durist dikin, amade ne. Koşka Gel pêşwazîya we dike da ku hûn welatekî bibînin ku biryar daye rabe ser xwe û rê li ber kesên ku dixwazin bi wî re ava bikin veke”.
Sûrîye girêka girêdanê di bazara korîdorên cîhanî de
Serok El-Şeri` tekez kir ku Sûrîyê xwedî cihekî stratejîk e ku Deryaya Navîn bi Kendav û Iraqê ve girê dide, û bi rêya deryayê tenê çend demjimêran dûrî Marsîlyayê ye. Serok dîyar kir ku piştî qeyrana Tengava Hurmuzê, cîhan bi nirxê rêyên ewle û aram hesiya.
Serok El-Şeri` axaftina xwe berdewam kir û got: “Li vir girîngîya cografyaya Sûrîyê derdikeve pêş, ku îro rola xwe ya girîng nola girêkeke girêdanê ya jêneger di bazara korîdorên cîhanî de vegerandiye û em dixwazin dewleta Fransayê di vê rêçê de bibe hevkara me yê yekem”.
Serok El-Şeri` amaje pê kir ku berîya 14 mehan koma “CMA-CGM” peymana pêşxistina Bendera Laziqîyê bi veberhênana 230 milyon euro îmze kiribû, û hîn salek derbas nebûye ku komê biryar da 200 milyonên din jî lê zêde bike da ku karîna benderê berî dawîya îsal (2026) bigihîne 625 hezar konteyniran.
Nexşerêyeke tekûz ji bo hevparîyê
Serok El-Şeri` di berdewamîya axaftina xwe de got: “Ez nexşerêyeke tekûz ji bo jinûveavakirina welat û hevparîyê dibînim, ku em behsa sîstemeke entegreyê dikin; ji nûkirina fîloya me ya esmanî, xebitandina firokexaneyan û nûjenkirina pergalên veguhastina esmanî, heta lêgerîna enerjîyê di avên me yên herêmî de, nûjenkirina torên av û elektrîkê û heta digihe sektorên nexweşxaneyên zanîngehan, pîşesazîya xwarinê, nûjenkirina binesazîya dîjîtal û tomara sivîl”.
Serok Ehmed El-Şeri` di beşeke din a axaftina xwe wiha got: “Bajarên pîşesazî yên mîna Edra, Hesya, Şêx Necar û yên din amade ne bibin platformek ji bo kargehên we. Tişta ku piştgirîyê dide vê yekê ew e ku em xwe dispêrin rabûna Sûrîyê bi biryareke serwerî. Em jîngeheke nûjen a veberhênanê ava dikin ku yasa û sazî lê serdest in. Her wiha em çarçoveyeke yasayî ku veberhênerên cîhanî armanc digire, amade dikin. Pê re jî reformên bankî tên bicihanîn ku dê sîstema darayî ya Sûrîyê careke din bi sîstema navneteweyî ya darayî ve girê bide”.
Serok El-Şeri` amaje pê kir ku hikûmetê pergala “Pencereya Yekane” ji bo projeyên mezin daye destpêkirin, ligel peydakirina hêsankarîyên lojîstîk û vîzayên rûniştinê ji bo karmendên kompanyan.
Serok piştrast kir ku derîyên Sûrîyê dê li gorî pêşgavîyên niştimanî li pêşîya sektorên cuda vekirî bimînin, û pîvana bingehîn a her hevbeşîyê cihwarkirina teknolojîyê, xebitandina kadroyên Sûrî û veguhastina zanînê ye.
Serok El-Şeri` bang li kompanyên Fransî kir ku bi rêya Encumena Karsazîyê ya Hevbeş, hevparîyên rastîn û organîk bi sektora taybet a Sûrîyê re ava bikin, û hawirdekar û peymankarên herêmî bixin nav zincîreyên xwe yên dabînkirinê.
Wî hêvîya xwe anî ser zimên ku ji memorandumên hevtêgihiştinê ber bi peymanên cîbicîkirinê ve di çarçoveya demên dîyarkirî de gav werin avêtin.
Serok El-Şeri` tekez kir ku hevpişkîya stratejîk a ku Sûrîye bi Fransayê re ava dike, ji pêşxistina bender û veguhastina esmanî bigire heta sektorên enerjî, av û tenduristîyê, ew model e ku Sûrîye di peywendîyên xwe yên bi Ewropa û cîhanê re dixwaze. Ev hevbeşîyek e ku li ser projeyên berbiçav tê avakirin û xizmeta berjewendîyên her du gelan dike, ne li ser slogan û dirûşman. Wî daxwaza serkeftinê ji bo xebatên Encumena Karsazîyê ya Sûrî-Fransî kir û hêvî xwest ku ev lûtke bibe destpêka hevkarîyeke domdar ku xizmeta berjewendîyên her du welatan bike.
Komîteyên aborî yên hevbeş
Ji hêla xwe ve, Serokê Fransî Emmanuel Macron piştrast kir ku pêwîst e hemû şert û mercên ji bo vegera penaberên Sûrî werin amadekirin. Macron da zanîn ku ev qonax derfetên mezin peyda dike, ji xurtkirina aramîyê û jinûveavakirinê dest pê dike heta Sûrîye di paşerojê de bibe cemsereke herêmî.
Serok Macron got ku pêkan e zincîreyên dabînkirinê û rêyên enerjîyê werin avakirin ku beşdarî kêmkirina metirsîyên li herêmê dibin, û amaje pê kir ku tiştê li Tengava Hurmuzê qewimî û hîn jî diqewime, girîngîya lêgerîna li rêyên alternatîf derdixe pêş.
Serok Macron da zanîn ku ev qonax ji bo sazî û veberhênerên Fransî derfetek e ku di vê rêçê de ji bo demeke dirêj beşdar bibin. Wî tekez kir ku serkeftina vê yekê girêdayî berdewamkirina wan guhertinan e ku bi Yekîtîya Ewropayê re dest pê kirin. Her wisa bal kişand ser wê yekê ku Fransa ji welatên pêşîn bû ku ji bo rakirina cezayan li ser Sûrîyê xebitî, û dîyar kir ku dê pêngavên din jî hevdem bi gengeşe û hevdîtinên di navbera veberhêner û karsazan de berdewam bikin.
Serok Macron da zanîn ku li ser avakirina komîteyên aborî yên berfireh û hevbeş ji bo xebata li ser dosyaya jinûveavakirina Sûrîyê bi hevbeşîya welatên Kendava Ereban lihevkirin çêbûye. Wî dîyar kir ku di qonaxa bê de dê serdanên kompanyên Fransî, hevdîtinên di navbera encimenên karsazîyê yên her du welatan de, beşdarîya komele û komîteyên aborî yên hevpar û bikaranîna amûrên cuda di warên enerjî, veguhastin, alavên lojîstîk û enerjîya nûjen de pêk werin.
Serok Macron tekezî li ser girîngîya avakirina bawerîyê di navbera her du welatan de kir, da ku dest bi pêvajoyeke bibandor a jinûveavakirina binesazîyê û çaksazîya pergalên darayî û aborî were kirin bi awayekî ku bi çarçoveyên navneteweyî û aborî re bigunce. Wî destnîşan kir ku Fransa amade ye di vê hevkarîyê de bibe hevpar.
Wî amaje bi amadehîya welatê xwe kir ku bi Banka Navendî ya Sûrîyê re hevkarîyê bike û piştgirîyê bide rêkxistina sektora bankî li Sûrîyê. Macron dîyar kir ku xebatên Sûrîyê yên bi Banka Cîhanî re, bi van hewldanan re, dê alîkarîya dabînkirina fînansekirina nû bike û rê bide aborîyê ku rêça başbûnê berdewam bike. Wî tekez jî kir ku xurtkirina şîyan û zelalîya vê sektorê dê aramîye pêk bîne û piştgirîyê bide wê hevbeşîya ku Sûrîye û Fransa hewl didin pêk bînin.
Di dawîya axaftina xwe de, Serokê Fransî spasîya Sûrîyê kir ji bo lidarxistina vê civînê û tekez kir ku bawerîya di navbera her du welatan de kevnar e. Wî got ku Fransa li kêleka gelê Sûrî sekinî dema ku daxwaza azadîya xwe dikir, û dê di vê qonaxa nû de jî li kêleka wî berdewam be ji bo pêkanîna daxwazên wî yên ji bo geşepêdanê.
Destpêkeke nû ji bo hevkarîyê
Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şe`ar piştrast kir ku serdana Serokê Fransî Emmanuel Macron bo Sûrîyê rawestgeheke girîng e di rêça vegerandina peywendîyên asayî yên di navbera her du welatan de, û destpêka qonaxeke nû ya hevkarîyê ye ku li ser hîmê bawerî, berjewendîyên hevbeş û rêzgirtina dualî hatiye avakirin.
Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şe`ar got: “Serok Emmanuel Macron bi pabendîya xwe ya bi dîyalog û vebûnê, bawerîyeke kûr nîşan da ku avakirina piran di navbera neteweyan de rêya herî kurt e ber bi aştî û geşepêdanê ve. Ev bawerîyeke ku Sûrîyê jî tê de hevpar e û dixwaze îro di hevbeşîyeke aborî ya bihêz a di navbera her du welatan de nîşan bide”.
Navborî her wisa got: “Sûrîye hilbijart ku rûpeleke nû veke, ne tenê di peywendîyên xwe yên navneteweyî de, lê di nêzîkatîya xwe ya aborî de jî.” Wî tekez kir ku welat aborîyek li ser bingeha azadîya aborî ava dike, ku rola asayî dide sektora taybet, piştgirîya destpêşxerî û nûjenîyê dike, û bawer dike ku geşepêdana domdar bi hevbeşîya bi veberhêner re pêk tê, ne bi girankirina barê wî bi qeyd û bendan”.
Wezîrê Aborî dîyar kir ku armanca hikûmetê ne tenê jinûveavakirina tiştên ku hatine rûxandin e, lê avakirina aborîyeke hevrikbartir, vekirîtir û xwedî şîyan e ku di aborîya cîhanê de cih bigire. Wî amaje bi xebatên nûjenkirina qanûnan, hêsankirina rêbazan, xurtkirina rêveberî û zelalîyê, û amadekirina jîngeheke veberhênanê kir ku bawerî, aramî û wekhevîya derfetan peyda dike.
Her wisa piştrast kir ku Sûrîye Fransayê wekî hevkareke stratejîk dibîne ku xwedî ezmûneke pîşesazî, teknolojî û darayî ye û dikare beşdarî avakirina qonaxeke nû ya geşbûn û serkeftinê bibe. Wî kêfxweşîya Şamê nîşan da ji bo amadebûna çalak a Fransayê di sektorên pîşesazî, enerjî, veguhastin, binesazî, çandinî, teknolojî, perwerde û rahênanê de, bi awayekî ku nirxekî zêde yê rastîn ji bo aborîya Sûrî û Fransî peyda bike.
“CMA-CGM”.. Hevbeşîyên girîng
Ji alîyê xwe ve, Serokê Komîteya Rêvebir û Rêveberê Giştî yê Koma CMA-CGM Rodolphe Saade, dilxweşîya xwe ya bi amadebûna li Sûrîyê û beşdarîya di vê civînê de anî ser zimên. Saade tekez kir ku kom di çalakkirina Bendera Laziqîyê de berdewam e ji bo pêkanîna wan armancên ku di heyama borî de danîne, û ew li benda hevbeşîyên girîng bi Şamê re di warên cuda de ne.

