Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ mersûma hejmar 146 ya sala 2026an derxist, ku li gorî wê desteyeke giştî ya zanistî û xwedî erkekî îdarî ya pispor di warê zanistên ewlekarîyê de bi navê (Zanîngeha Sûrîyê ya Zanistên Ewlekarîyê) tê damezirandin.
Ev zanîngeh dê xwedî kesayetîya hiqûqî û serxwebûna darayî û îdarî be, û navenda wê ya sereke li bajarê Şamê be. Her wiha mafê zanîngehê heye ku fakulte, peymangeh û navendên girêdayî xwe li Şamê û parêzgehên din jî veke.
Li gorî mersûmê, zanîngeh ji van sazîyên perwerdeyî, lêkolînî û rahênanê pêk tê: (Peymangeha Bilind a Zanistên Ewlekarîyê, Fakulteya Zanistên Ewlekarîyê, Fakulteya Ewlekarîya Sîbranî, Navenda Lêkolîn û Vekolînên Ewlekarîyê, Peymangeha Teknîkî ya Zanistên Ewlekarîyê, Peymangeha Teknîkî ya Ewlekarîya Sîbranî).