Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro Şemîyê, serok Donald Trump û gelê Amerîkayê bi boneya 250emîn salvegera Serxwebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, pîroz kir.
Serok El-Şeri’ li ser platforma “X”ê got: “Em li Sûrîya nû, hêvîdar in ku têkilîyên li ser bingeha rêzgirtina dualî û hevkarîya berhemdar ava bikin, da ku aramî û geşedanê xurt bikin, bi awayekî ku xizmeta daxwazên her du gelên me bike, û beşdarîyê di ewlehî û aştîya herêmê û cîhanê de bikeʺ.