Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ û hevjîna xwe Xanim Letîfe El-Dirûbî, li Koşka Gel a li Şamê, pêşwazî li hejmarek jinên Sûrî yên ku di warên tenduristî, perwerdehî û çalakîyên civakî de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixebitin, kirin.
Di hevdîtinê de, behsa rola jina Sûrî di qonaxa jinûveavakirinê de, û xurtkirina amadebûna wê wekî şirîkeke çalak di sektorên cuda cuda de hat kirin.
Her wiha di hevdîtinê de rêyên piştgirîkirina proseya perwerdehîyê û pêşxistina pergal û rêbazên xwendinê hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku beşdarî amadekirina nifşekî xwedî zanîn û şîyanên pêwîst bibe ji bo xizmetkirina rêça geşepêdan û çaksazîyê.



