Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ li Koşka Gel a li Şamê, pêşwazî li Cîgirê Serokê Desteya Rêveberîyê û Rêveberê Cîbicîkar ê “Koma Zain a Peywendîyan” Bedir El-Xurafî û şandeya pê re, bi amadebûna Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, û Wezîrê Peywendîyan û Teknolojîya Zanyarîyan Ebdulselam Heykel, ligel hejmarek berpirsên peywendîdar, kir.
Serok pêşwazî li peymana ku di navbera Wezareta Peywendîyan û Teknolojîya Zanyarîyan û “Koma Zain a Peywendîyan” de hatiye îmzekirin, a ku rê li ber derbasbûna komê bo nav bazara Sûrîyê vedike, bi awayekî ku beşdarî pêşxistina sektora peywendîyan û xurtkirina binesazîya dîjîtal li Sûrîyê bibe, kir.



