Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro li Koşka Gel a Şamê pêşwazî li şandeyeke şirketa “Chevron”ê ya Amerîkî bi serokatîya Serokê Beşê Pêşxistina Karên Sazûmanî li Chevronê Frank Mount kir.
Di hevdîtinê de Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed El-Şeybanî, Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr û Rêveberê Cîbicîkar ê Şirketa Sûrî ya Petrolê Yûsif Qeblawî amade bûn.


