Şam-SANA
Serokê Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz Ebdulbasit Ebdulletîf piştrast kir ku rûniştina lêpirsîna Atif Necîb, di çarçoveya rêça hesabpirsînê de li ser binpêkirin û tawanên giran ên ku di mafê Sûrîyan de hatine kirin, pêk tê.
Ebdulletîf îro Yekşemê di parvekirineke li ser platforma Xê de got: “Îro rûniştina lêpirsîna Atif Necîb dest pê dike; ev gavek e ku piştrast dike rêça hesabpirsînê berdewam e, û tawan û binpêkirinên giran ên li dijî Sûrîyan bi derbasbûna demê ji holê ranabin.”