Şam-SANA
Komara Erebî ya Sûrîyê, îro Pêncşemê, armancgirtina dewleta Kuweytê bi moşek û dronan ji alîyê Îranê ve şermezar kir, û tekez kir ku ev êrîş binpêkirineke eşkere ye li hember serwerîya dewleta Kuweytê û qanûna navneteweyî.
Komara Erebî ya Sûrîyê, li gorî daxuyanîya ku Wezareta Derve û Koçberan weşandiye, piştgîrî û hevgirtina xwe ya tam ligel dewleta Kuweytê ya bira anî ziman, û piştgirîya xwe ji bo her tiştê ku ewlehî û aramîya wê diparêze, nîşan da.
Kuweytê berî niha îro ragihandibû ku pergalên berevanîya wê ya esmanî rûbirûyî êrîşên moşekî û dronan bûne, yên ku esmanê welat binpê kiribûn.