Şam – SANA
Parêzgarê Şamê Mahir Idlibî û şêwirmendê serokatîyê Ehmed Muwefeq Zêdan pîrozbahîyên Serok Ehmed El-Şeri′ bi boneya Cejna Vejînê ya pîroz gihandin her du patrîkan Mar Îgnatîyos Eframê Duyem û Yûsif El-Ebsî, ligel daxwazên wan ên xêr û geşepêdanê ji bo her du tayifeyan.
Her du patrîkan Eframê Duyem û El-Ebsî spasîya xwe ji bo Serok El-Şeri′ li ser pîrozbahîyê anîn ziman, û ji Xwedê xwestin ku Sûrîyê û gelê wê biparêze.
Tayifeyên Xiristîyan li Sûrîyê yên ku peyrewên her du salnameyên rojava û rojhilat in, di her du rojên yekşemê 5 û 12ê Nîsana îsal de Cejna Vejînê ya pîroz, bi lidarxistina nimêj û qudasan di dêran de pîroz kirin.







