Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro li Koşka Gel a Şamê, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkarîya di Rewşên Awarte de Tom Fletcher û şanda pê re, bi amadebûna Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de, rewşa mirovî li Sûrîyê û rêyên xurtkirina hevahengîya di navbera alîyên peywendîdar û rêxistinên NY de hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku kalîteya xebata mirovî bilind bike û bandora dijwarîyên heyî kêm bike.


