Şam-SANA
Birêz Serok Ehmed El-Şeri’ peywendîyeke telefonî bi Şah Hemed bin Îsa Al Xelîfe, Şahê Behreynê re pêk anî, piştî êrîşa Îranî ya ku xaka wê kiribû armanc.
Serok El-Şeri’ tekezî li ser hevgirtina Komara Sûrîyê ligel Behreynê ya bira kir, û bal kişand ser redkirina her destdirêjîyeke li ser serwerî û ewlehîya wê û hemû welatên din ên Ereb.
Ji aliyê xwe ve, Şahê Behreynê spasîya xwe ji bo helwesta Sûrîyê ya piştgir ji bo ewlehî û aramîya Behreynê nîşan da, û pesnê peywendîyên biratî yên di navbera her du welatên bira de da.