Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’, îro Sêşemê, li Koşka Gel li Şamê, pêşwazî li şandeke Îmaratî ya astbilind bi serokatîya Wezîrê Bazirganîya Derve Sanî El-Zeyûdî kir.
Di nav şandê de, Serokê Desteya Giştî ya Karûbarên Îslamî, Ewqaf û Zekatê Omer El-Derî, û Wezîra Dewletê Nûra El-Ke’bî, ligel hejmarek berpirsên hikûmetê û karsazan amade bûn, her wiha çendîn wezîr û berpirsên Sûrîyê jî di pêşwazîyê de amade bûn.
Îro bi amadebûna Serok El-Şeri’, li Koşka Gel li Şamê çalakîyên roja duyem ji “Yekemîn Foruma Veberhênanê ya Sûrî-Îmaratî” hatin lidarxistin.



