Şam-SANA
Birêz Serok Ehmed El-Şeri’ duh Şemîyê peywendîyeke telefonî bi Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, Emîrê Dewleta Qeterê re pêk anî, ji bo gotûbêjkirina geşedanên girêdayî alozîya navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îsraîl û Îranê û bandorên wê li ser ewlehî û aramîya herêmê.
Ji alîyê xwe ve, Emîrê Dewleta Qeterê spasîya xwe ya mezin ji bo helwesta neguher a Sûrîyê di piştgirîkirina ewlehî û aramîya Qeterê û hemû welatên Ereb de nîşan da, û pesnê peywendîyên biratî yên di navbera her du welat û gelan de da.