SANA – Taybet
Kanala “Şems” bi nûçeyeke lezgîn ragihand ku hevpeyvîna taybet a bi Serokê Sûrîyê Ehmed El-Şeri’ re, ku biryar bû îşev saet 07:00ê êvarî bihata weşandin, hatiye paşxistin.
Di nûçeya kanalê de hat dîyarkirin ku ji ber hin astengîyên “teknîkî û lojistîkî” weşandina vê hevdîtina girîng nehatiye kirin û ji bo demeke din hatiye paşxistin. Ev hevpeyvîn ji alîyê raya giştî û navendên sîyasî ve bi baldarî dihat çaverêkirin.
Tê zanîn ku Kanala Şems (Shams TV), weşana xwe ji bajarê Hewlêrê, yê paytexta Herêma Kurdistana Iraqê bi zimanê Erebî dike.