Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ biryarnameya hejmar (293) a sala 2025an a têkildarî destpêbûna pereyê nû yê Sûrîyê derxist.
Naveroka biryarnameyê:
Diravê Sûrîyê yê niha tê guhertin û wekî “Pereyê Sûrîyê yê Kevn” tê naskirin.
Pêvajoya vekişandina pereyê kevn ji bazarê gav bi gav ji bo hemû tiwêj (pileyên pereyan) tê meşandin.
Diravê nû tê derxistin û wekî “Pereyê Sûrîyê yê Nû” tê naskirin; ev yek bi rakirina du sifiran (00) ji nirxê navî yê pereyê kevn ê ku ji bazarê tê vekişandin, pêk tê.
Her du pere (yê kevn û nû) bi hev re di bazarê de dimînin. Piştî bidawîbûna demên guhertinê, pereyê Sûrîyê yê kevn hêza xwe ya qanûnî ji dest dide.
Tiwêjeyên pereyê nû yê Sûrîyê û nirxê wan ê li hemberî pereyê kevn tên destnîşankirin.
Yekîneya herî biçûk a Lîreya Sûrîyê “Qirş” e.
Ji bo pêvajoyên veguherandin û guhertina ji pereyê kevn ber bi yê nû ve, tu kirê, bac, xerc an jî ceza nayên birîn.
Bandora diravî û darayî ya ku ji pêvajoya guhertinê derdikeve, li ser hemû bihayên mal û xizmetguzarîyan, her wiha mûçe û heqdestan, û hemû peyman û erkên darayî tê sepandin.
Rênimayên cîbicîkirinê yên pêwîst ji bo bendên vê biryarnameyê, bi biryara Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê tên derxistin.
Ev biryarname di rojnameya fermî de tê weşandin û ji dîroka derketina xwe ve dikeve warê cîbicîkirinê.
Ehmed El-Şeri’
Serokê Komara Erebî ya Sûrîyê