Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’, îro, 8ê Kanûna Pêşîn, nimêja sibehê li Mizgefta Emewî ya Şamê kir, ku ev roj yekemîn Bîranîna Salvegera Rizgarkirina Sûrîyê ye.
El-Şeri’ piştî nimêjê, di axaftinekê de got: “Gelî Sûrîyan, eger min di rêvebirina karûbarên we de bi ya Xwedê kir, hûn jî bi ya min bikin. Bi Xwedê, tu kes -çendî mezin an giran be jî- nikare li hember me bisekine, û astengî jî nikarin li pêşîya me xwe bigrin. Em ê bi yekrêzîya xwe, bi îzna Xwedê, li dijî hemî astengîyan derkevin.”

Serok El-Şeri‘ wiha jî got: “Piştî ku Xwedê ev serkeftin da me, yekem serdana me ya derveyî welêt bo Mîrnişînîya Erebistana Siûdî bû. Me biryar da ku di wê rojê de serdana mala Xwedê ya Pîroz bikin, spasîya Xwedê bikin û ‘Umreyê ji bo Xwedayê Mezin bikin. Di wê demê de Xwedê bi comerdîya xwe hişt ku em derbasî Kabeya Pîroz bibin û di hundirê wê de nimêj bikin. Di vegera me de, Mîr Mihemed Bin Selman comerdî kir û dîyarîyek da me, ku perçeyek ji Perdeya Kabeyê bû. Li ser wê hatiye nivîsandin: (Me Mala Xwedê kiriye dîyarîyek û cihekî ewle ji mirovan re, hûn jî cihê Îbrahîm ji xwe re bikin nimêjgehek).”
Serok El-Şeri‘ wiha domand: “Me xwest ku ev perçe li Mizgefta Benî Umeyye be, da ku dewlet bi vê yekê bibin yek, û bendên hezkirin û biratîyê ji Mekeya Pîroz bigihêjin Şamê. Me ev mizgeft wek despêkirina kêlîyên yekem ên bîranîna serkeftinê bijart.”
Serok El-Şeri‘ qurbanî û lehengîya şervanan di dema ku serkeftî ketin Şamê de bilind nirxand, û tekez kir ku parastina vê serfirazîyê û avakirina li ser encamên wê, îro erkê herî mezin e li ser milê hemû Sûrîyan.
Serok El-Şeri‘ got: “Bi îzna Xwedê, ji bakur heta başûr û ji rojhilat heta rojava, em ê Sûrîyê bi avakirineke șayisteyî roja wê ya îro û raborîya wê, bi avakirineke șayisteyî şaristanîya wê ya kevnar be, xurt vegerînin. Em ê, bi îzna Xwedê, di rêya Xwedayê de, bi piştgirîya hejaran, bi bicîanîna edaletê di nav mirovan de, wê ji nû ve ava bikin.”

Serok El-Şeri‘ axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji Xwedê dixwazin ku vî welatî biparêze, û ji me re bibe alîkar ku em xizmeta wî bikin û ava bikin, û bi îzna Xwedê xizmeta gelê Sûrîyê bikin.”
Îro, gelê Sûrîyê yekemîn bîranîna Rizgarkirina Sûrîyê ji rejîma têkçûyî pîroz dike. Bi sedhezaran welatî ji sibehê ve ji bo beşdarbûna vê bîranînê, derketine da ku şahî û hêvîyên xwe yên ji bo paşerojeke geş û tijî aştî, azadî û geşepêdan ji bo welatê xwe dîyar bikin.