Şam – SANA
Serdanên derve yên Serok Ehmed El-Şeri’ sîmayên stratejîyeke nû ji bo vegerandina Sûrîyê bo qadên Erebî û navneteweyî nîşan dan. Ev serdan ne tenê gerên dîplomatîk bûn, lê wateyên kûr ên sîyasî hilgirtin da ku nexşeya derve ya Sûrîyê ji nû ve xêz bikin û hebûna wê di dozên cîhanî de cîgir bikin. Her wiha peyamek gihandin ku Sûrîya Nû dixwaze bibe dewleteke çalak û hevseng, piştî salên dûrxistinê yên ku di bin sîya rejîma hilweşîyayî de derbas kiribûn.
Serokê Komarê 21 serdanên derve pêk anîn ku ji Rîyadê heta Waşîngtonê, ji Parîsê heta Moskoyê li xwe girtin. Yekemîn cihê serdanê di 2ê Sibata 2025an de paytexta Erebistana Siûdî bû. Li wir bi Mîrnişîn û Serokwezîrê Erebistana Siûdî Mîr Mihemed bin Selman re civîya. Ew dê paşê du carên din jî serdana wir bike, wekî peyamekê ku Sûrîya Nû Erebistana Siûdî wekî derîyê vegera li dorûbera Erebî dibîne.
Hevkarîya Siûdî
Serok El-Şeri’ got: “Me civîneke dirêj pêk anî û me tê de xwesteka rasteqîn ji bo piştgirîya Sûrîyê di avakirina paşeroja wê de dît û bihîst. Her wiha dilsozîyek ji bo piştgirîya îradeya gelê Sûrîyê û yekîtî û ewlehîya axa wê hebû. Me gengeşe û danûstandinên berfireh di hemû waran de kirin, da ku em bi hev re bigihîjin hevkarîyeke rasteqîn ku armanca wê parastina aştî û aramîyê li tevahîya herêmê û başkirina rewşa aborî ya gelê Sûrîyê ye.”

Di 4ê Sibatê de, Serok El-Şeri’ serdana paytexta Tirkîyê kir û li Komelgeha Serokatîyê li Enqereyê bi Serok Recep Tayyîp Erdogan re civîya. Serok El-Şeri’ tekez kir ku helwesta erênî û birûmet a Tirkîyê di piştgirîya doza dadperwer a gelê Sûrîyê de, mînaka biratîya navbera her du gelan e. Cihê sêyemîn paytexta Urdunê Emman bû, ku li wir bi Şah Ebdullahê Duyem re li ser pêşxistina hevkarîyê û gihîştina formên hevbeş di zêdekirin û domandina hemahengîyê de li ser hemû astan gotûbêj kir, bi awayekî ku berjewendîyên hevbeş pêk bîne û yekîtîya rêza Erebî bi giştî û têkilîya di navbera her du welatên bira de bi taybetî xurt bike.

Vegera li Komkarê
Di yekemîn beşdarîya Sûrîyê di lûtkeyeke Erebî de piştî rûxandina rejîmê, Serokê Komarê beşdarî “Lûtkeya Filistînê” ya awarte bû ku di 4ê Adarê de li Qahîreyê hat lidarxistin. Li wir tekez kir ku gelê Sûrîyê dê di her gaveke ber bi dadmendî û rizgarîyê ve li kêleka birayên xwe yên Filistînî be û amaje kir ku vegera Sûrîyê li Komkara Erebî wê yekê tekez dike ku ew dê hewl bide ewlehî û aramîya herêmê xurt bike.
Serok El-Şeri’ di çarçoveya lûtkeyê de bi Serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî, Serokê Lubnanê Cozêf Ewn, Serokê Encumena Serokatîyê ya Yemenê Reşad El-‘lîmî, Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re hevdîtin kirin.

Lûtkeya Pênc-alî
Di gaveke bêhempa de li ser asta sîyasî, Fransayê di 28ê Adarê de lûtkeyek bi rêya “Zoom”ê mêvandarî kir ku Serok Ehmed El-Şeri’ û hevtayên wî yê Fransî Emmanuel Macron, yê Lubnanî Cozêf Ewn, yê Qibrisî Nikos Christodoulides û Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis anîn cem hev. Lûtkeyê derbarê gelek dozên herêmî û navneteweyî şahidîya gotûbêjên girîng kir ku bandorê li ewlehî û aramîya Rojhilata Navîn dikin û gelek mijarên hestyar ên ku bandorê li têkilîyên di navbera pênc welatan de dikin, nirxandin.
Foruma Antalyayê
Di 11ê Nîsanê de, Serok El-Şeri’ gihîşt Tirkîyê ji bo beşdarîya di Foruma Dîplomatîk a Antalyayê de. Ev beşdarî ji bawerîya kûr a Sûrîyê dihat ku dîyalog û dîplomasî rêya herî baş e ji bo çareserkirina nakokîyan û bihêzkirina aştî û aramîyê li herêm û cîhanê.
Serok El-Şeri’ di çarçoveya forumê de hevdîtin bi Serok Erdogan, Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Seroka Komara Kosovayê Vjosa Osmani, Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Ebdilrehman, Serokwezîrê Lîbyayê Ebdilhemîd El-Debîbe û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî re pêk anîn, ji bo lêkolînkirina rêyên bihêzkirina têkilîyên dualî.
Yekîtiya Rêza Erebî
Di 13ê Nîsanê de, balafira Serok El-Şeri’ li paytexta Îmaratê Abû Dhabîyê danî. Wî bi Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid re nêrîn li ser geşedanên herêmî yên dawî û asoyên bihêzkirina têkilîyên dualî di navbera her du welatan de di warên cuda de parve kirin.

Dewleta Qeterê cihê heftemîn ê Serok El-Şeri’ bû, ku du rojan piştî serdana Îmaratê gihîşt wir. Wî ji Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed re tekez kir ku gelê Sûrîyê dê helwesta Qeterê ya dilsoz û piştgirîya wê ya domdar ji bîr neke. Her wiha civînek bi navbeynkarîya Qeterê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya’ El-Sûdanî re pêk anî. Ev hevdîtin gaveke girîng bû di rêya avakirina têkilîyên hevseng ên li ser bingeha rêzgirtina hevbeş û berjewendîyên hevpar.

Avakirina Piran ligel Ewropayê
Jinûveavakirina piran ligel Ewropayê navnîşana serdana Serok El-Şeri’ bo Parîsê di 7ê Gulanê de bû, ku li Qesra Elysee bû mêvanê hevtayê xwe yê Fransî Emmanuel Macron. Serok El-Şeri’ tekezî li ser xwesteka Sûrîyê ya ji bo xurtkirina têkilîyên dostanîyê bi Fransayê re û xebata hevbeş di warên cuda de kir, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên her du gelên dost bike. Macron jî piştevanîya welatê xwe ji bo yekîtî û serwerîya Sûrîyê tekez kir û ragihand ku ew bi biryar in ku cezayên Ewropî hêdî hêdî li ser Sûrîyê rakin.

Serok El-Şeri’ di 10ê Gulanê de gihîşt Menameyê, li Qesra El-Sexîr bi Şah Hemed bin Îsa Al Xelîfe re civîneke danûstandinan pêk anî. Civînê hemahengîya hewldanan di dozên xwedî berjewendîya hevbeş de nirxand, di atmosferekê de ku kûrahîya têkilîyên biratîyê yên di navbera her du welatan de nîşan dida.

Hevdîtina Trump Piştî Rakirina Cezayan
Di 13ê Gulanê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji paytexta Erebistana Siûdî Rîyadê rakirina cezayan li ser Sûrîyê ragihand. Roja din her du serok, El-Şeri’ û Trump, di çarçoveya Lûtkeya Kendavê-Amerîkayê de civîyan. Mîrnişînê Siûdî û Serok Erdogan (bi telefonê) beşdarî civînê bûn. Serokê Amerîkayê ragihand ku welatê wî li asayîkirina têkilîyan bi Sûrîyê re digere û biryara wî ya rakirina cezayan ji bo dayîna “derfeteke nû” bû ji bo pêşveçûna Sûrîyê piştî salên dirêj ên janê.

Serdana Sêyem bo Tirkîyê
Serdana yazdehem di 24ê Gulanê de bo Stenbolê bû, ku ev serdana sêyemîn a Serok El-Şeri’ bo Tirkîyê bû. Li wir, ligel Serok Erdogan çend dosyayên hevbeş nirxandin. Roja din derbasî Enqereyê bû û bi Cîgirê Serokê Tirkîyê Cewdet Yilmaz, Wezîrê Gencîne û Darayîyê û Parêzgarê Banka Navendî re civîya. Her wiha bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûrîyê Thomas Barrack re hevdîtin kir, di çarçoveya hewldanên hikûmeta Sûrîyê yên ji bo jinûveavakirina têkilîyên stratejîk bi Waşîngtonê re.
Azerbaycan Gazê Dişîne Sûrîyê
Serdana Serok El-Şeri’ bo Kuweytê di 1ê Hezîranê de û danûstandinên wî bi Mîrê Dewletê Şêx Meşel El-Ehmed El-Cabir El-Sebah re, xwesteka bihêzkirina hevkarîya dualî û tekezkirina yekîtîya Ereban li hemberî kêşeyan nîşan da. Piştî wê di 7ê Tîrmehê de serdaneke duyemîn bo Îmaratê pêk hat. Pênc rojan şûnda Serokê Komarê li Bakûyê bi hevtayê xwe yê Azerbaycanî Îlham Aliyev re hevdîtin kir û di çarçoveya serdanê de belgeyeke lihevkirinê ji bo şandina gaza xwezayî bo Sûrîyê bi rêya Tirkîyê hat îmzekirin.
Di nîvê Îlonê de, li Qeterê, Serok El-Şeri’ beşdarî Lûtkeya Erebî ya Îslamî ya awarte bû ji bo lêkolîna êrîşa Îsraîlê li ser Dohayê, di çarçoveya wê de bi Mîrê Qeterê, Mîrnişînê Siûdî û Serokê Tirkîye û yê Lubnanê re hevdîtin kir.
“Çîroka Sûrîyê” li New Yorkê
Di serdana xwe ya bo New Yorkê de di navbera 22 û 25ê Îlonê de, ji bo beşdarîya di civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de wekî yekemîn serokê Sûrîyê ku ji sala 1967an ve beşdar dibe, Serok El-Şeri’ di gotara xwe de “Çîroka Sûrîyê” pêşkêş kir û meşa Sûrîya nû nîşanî cîhanê da û projeyên dabeşkirinê pûç kirin. Vê serdanê cihê heqkirî yê Sûrîyê di civaka navneteweyî de piştî dehsalan ji dûrxistina ku rejîma hilweşîyayî ferz kiribû, cîgir kir. Di çarçoveya wê de 22 hevdîtin û civînên dualî û piralî pêk anîn, xasma hevdîtina bi Serok Trump re, her wiha bi serokên welatên Erebî û Ewropî û serokên rêxistinên navneteweyî re jî li xwe girt.

Ji New Yorkê ber bi Moskoyê ve, cihekî nû ji bo Serok El-Şeri’, ku di 15ê Cotmehê de bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladîmîr Pûtîn re li Kremlînê civîya. Wan têkilîyên dualî yên di navbera her du welatan de û rêyên bihêzkirina hevkarîya stratejîk di warên cuda de nirxand. Piştî vê yekê, Serok El-Şeri’ di 28ê Cotmehê de, li Erebistana Siûdîyê beşdarî destpêşxerîya Foruma Veberhênanê bû.
Serok El-Şeri’ di rojên şeş û heftê Mijdarê de beşdarî beşa serokatîyê ya Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî COP30 li Brezîlyayê bû, û 10 hevdîtinên dualî bi serok û karbidestên navneteweyî re pêk anîn, di nav wan de serokê Fransa û yê Fînlandayê, serokwezîrê Holenda û yê Spanyayê û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî.

Lûtkeya Dîrokî li Koşka Spî
Serok El-Şeri’ serdanên xwe bi hevdîtineke dîrokî li Koşka Spî bi hevtayê xwe yê Amerîkî Donald Trump re di 10ê Mijdarê de tacdar kir. Ev yekemîn serdana serokekî Sûrîyê bo Waşîngtonê ji dema serxwebûna welêt di sala 1946an de bû, ku semboleke sîyasî ya kûr hildigirt û vegera Sûrîyê wekî dewleteke çalak li ser qada navneteweyî piştrast dikir.
Ev qonax xaleke girîng bû di rêya bidawîanîna cezayan de, di serî de “Yasaya Qeyser”ê û hevdem bû ligel nîşanên vebûna Amerîkî li hember Şamê û amadebûna Waşîngtonê ji bo hevkarîyê, wekî encama serkeftinên ku hikûmeta Sûrîyê li hundir û derve bi dest xistine. Ev destkeft berhema têkoşîna gelekî ye ku axa xwe bi vîna xwe rizgar kiriye da ku Sûrîyê vegerîne cihê çareserîyê ne yê krîzê, û qonaxeke nû ya başbûn, avakirin û pêşveçûnê li ser bingeha serwerî û prensîbên niştimanî ava bike.
Foruma Dohayê
Serok Ehmed El-Şeri’ beşdarî gera bîst û sêyemîn a Foruma Dohayê ya 2025an dibe, ku li paytexta Qeterê Dohayê di 6ê Kanûna Pêşîn a 2025an de di bin dirûşma “Çespandina Dadmendîyê: Ji Sozan ber bi Rastîya Hespêkirî ve” tê lidarxistin.