Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ Biryarnameya hejmar (264) a sala 2025an derxist, ku li gorî wê Quteybe Ehmed Bedewî wekî Serokê Desteya Giştî ya Derîyên Sînorî û Gumrikan bi pileya wezîr hat destnîşankirin.
Her wiha Serok El-Şeri’ Biryarnameya hejmar (265) a sala 2025an derxist, ku li gorî wê Xalid Mihemed El-Berad wekî Alîkarê Serokê Desteya Giştî ya Derîyên Sînorî û Gumrikan ji bo Karûbarên Gumrikan hat dîyarkirin.
Di heman demê de, Serok El-Şeri’ Biryarnameya hejmar (266) a sala 2025an derxist û Ehmed Elî Mistefa wekî Alîkarê Serokê Desteya Giştî ya Derîyên Sînorî û Gumrikan ji bo Karûbarên Deryayî destnîşan kir.
Dîyar e ku Serok El-Şeri’ berê Biryarnameya hejmar (244) a sala 2025an derxistibû ku biryara avakirina desteyeke giştî bi navê “Desteya Giştî ya Derîyên Sînorî û Gumrikan” dabû. Ev deste xwedîya kesayetîya hiqûqî û serxwebûna darayî û kargerî ye û rasterast girêdayî Serokatîya Komarê ye û navenda wê bajarê Şamê ye.