Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ serdana Banka Navendî ya Sûrîyeyê kir û bi Rêveberê Bankê Ebdulqadir El-Hesrîye û cîgirên wî re civîya.
Di serdanê de, qonaxên xebatê yên di bernameya veguherîna sazî û teknîkî de, planên pêşxistina binesazîya bankê û bihêzkirina aramîya darayî, hatin nirxandin.

Her wiha Serok El-Şeri` li ser planên pêşxistina pergalên kar ên navxweyî û pergalên çavdêrîyê, û sîstemên dayîna niştimanî sekinî. Di heman çarçoveyê de jî, bala xwe da amadekarîyên stratejîya bankê ya ji bo heyama 2026–2030, û tedbîrên têkildarî guhertina diravê niştimanî li gorî standardên teknîkî yên herî bilind.
Serok El-Şeri` di dawîya serdanê de girîngîya pêşxistina sektora bankê û bihêzkirina rola wê wek stûneke bingehîn ji bo piştgirîya pêşveçûna aborî li welêt tekez kir.