Şam-SANA
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê îro bi şiklekî fermî hat serdana Sûrîyê. Hat diyarkirin fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Amîral Brad Cooper û xanima wî Susan Cooper ji teref rayedaran ve hatin pêşwazîkirin.
Li gorî agahîyên ku ji teref meqamên rayedar ên dewleta Sûrîyê ve hatine belavkirin Serok Ehmed El Şara û jina wî Letîfe El Drûbî îro li Qesra Gel a Şamê pêşwaziya Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, Amîral Brad Cooper, û jina wî, Susan Cooper, digel Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyeyê Thomas Barrack û şandeya pê re kirin. Piştî pêşwazîkirina ku hat kirin di navbera her du alîyan de civînek hat lidarxistin. Di civînê de hejmarek wezîr û berpirsên payebilind jî amade bûn.
Hat ragihandin di civînê de perspektîfên hevkariyê yên di warên siyasî û leşkerî de, xizmetkirina berjewendiyên hevpar û xurtkirina bingehên ewlehî û aramiyê yên li Sûriyeyê û herêmê hatin nîqaşkirin.
Hat hînbûn di civînê de atmosfera erênî û xwesteka hevpar a ji bo xurtkirina hevkariya stratejîk û berfirehkirina kanalên ragihandinê ya di navbera Şam û Washingtonê de di astên cûda de hatin nirxandin û her du alîyan di vî warî de xwestek û temennîyên xwe anîn zimên.





